YPG bajarê Tirbispiyê rizgar kir
Li gor heman çavkaniyê rewşa wî bajarî di dema niha de aloz e ji ber ku hin eşîretên Ereb li wî bajarî hevkarî û piştgiriya rêjma Beşar Esed dikin,lewra hêzên Yeknîyên Parastina Gel (YPG)di dema niha de li hemberî her hêrişeke dibekî ya rêjîmê yan jî ya şebîheyên Wê rêjîmê di amadebaşiyê de ye.
Ji aliyekî din ve serkirdeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîpan Ibrahîm li ser rûpela xwe ya Facebook`ê ragihandiye ku, îro proseya rizgarkirina bajarê Tirbispî ya Rojavyê Kurdistan`ê ji aliyê Yeknîyên Parastina Gel (YPG)dest pê kir û hêzên YPG bazgehên xwe li ser rêyên wî bajarî danîne.
Xendan
