• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Herêma Kurdistanê li gel Serok û Birêveberên Kompanya Gazproma Rusî civiya

Gulan Media February 20, 2013 Nûçe
Serok Herêma Kurdistanê li gel Serok û Birêveberên Kompanya Gazproma Rusî civiya
Her Duh Serok Barzanî û şanda li gel ku ji birêz Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Dr Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Sirûştî, Kameran Ehmed Wezîrê Avadankirin, Felah Mistefa Bepirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, Fayiq Nêrweyî Balyozê Iraq li Rusya û Dr. Aso Cengî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rusya li gel Serok û Birêveberên Kompanya Gazproma Rûsî civiyan.

Li vê civînê de behsa çalakiyên wê kompanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha hevkariya di navbera wê kompanya mezin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li warên neft û gaz û karebayê de kirin.

Birêz Mîller Serokê Kompanya Gazprom got: Ew bi girîngiyeke mezin ve temaşa Herêma Kurdistanê dikin û dixwazin hevkarî û şeraketekî demdirêj li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dirust bikin, bi cûreyek ku li berjewendiya her du aliyan da bê.

Serok Barzanî û şanda li gel serdana beşa kontrola wê kompanyayê kir ku çawa ew kompanya gaz ji bo gelek welatên Ewrûpa dabîn dike.
Top