Nêçîrvan Barzanî Bi Nedîm Zehawî Re Civiya
Di hevdîtineke de rewşa niha ya Îraq, Kurdistan û peyvendiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Zehawî hewldanên Hikûmeta Kurdistanê yên ji bo çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî bi girîng wesif kir û ragihand ku, pêşkeftinên heyî yên di warê awedankirin û abûrî û bazirganî de gelek balê Berîtaniyayê kêşandine û Berîtaniya girîngî bi wan pêşkeftinan dide.
