• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraq li Moskowa kir

Gulan Media February 20, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraq li Moskowa kir
Li çarçêweya serdana xwe ya Rusya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraq li Moskowa kir û ji aliyê Balyoz û karmendên Balyozxaneyê ve hate pêşwazî kirin û paşê li civîneke rojnamevanî da tîşk xiste li ser rewşa navxweya Iraqê û pêwendiya navbera Rusya û Herêma Kurdistanê û pirsa Suriye.

Li beşekî dinê civîna rojnamevaniyê da Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa navxweya Iraqê kir û got nakokî li navbera Şî'e û Sunne da heye û sedema wê jî vedigere li ser helwesta her du aliyan û hinek car jî hinek diruşm karîgeriyê dirust dike.

Li beşekî dinê civîna rojnamevaniyê da Serok Barzanî balkişand li ser wan hewlan ku ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyan bi rêya aştiyê didin û got piştî em vegerin li gel hemû aliyê siyasiyên Iraqê emê guftûgo bikîn ji bo peydakirina mekanîzmeyeke çareserkirina vê pêvajoyê.

Di derbarê pêwendiya navbera Rusya û Herêma Kurdistanê Serok Barzanî got: Niha kompanya Gazprom li Herêma Kurdistanê kar dike û bi vê dawiyê jî hejmarek peyamanên girîng li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bestiye û li karên xwe de jî berdewame. Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê dûpatkir ku kompanyayên dinê Rusî li gel Herêma Kurdistanê de danustandinê dikin.

Di derbarê pirsa Suriye Serokê Herêma Kurdistanê got: Tengejeya Suriye roleke metirsî li ser pêvajoya Herêma Kurdistanê heye û dûpat jî kir ku tixûbê navbera Iraq û Suriye hatiye kontrolkirin.

Li ser asta siyasî jî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku li çarçêweya serdana xwe de li gel her yek Vladimir Putin Serokê Rusya û Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rusya bicive û dûpat jî kir ku Rusya rolekî girîng ji bo çareserkirina kêşeyên rojhilata navîn de heye, neku tenê li rojhilata navîn belku dikarê rolekî baş ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê jî bibîne.

Her li civîna rojnamevaniyê da Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku rêxistina terorîstiya Qa'îde li hemû welatên Erebî hebûna xwe heye û li Iraqê jî hemahengî û pêwendiyekî kûr li gel nûnerên wan yê li Suriye heye.

Hêjayî gotinêye doh birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî ku ji birêz Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, Dr Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştiyê Hikûmeta Herêmê, Kameran Ehmed Ebdulla Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirin û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatibû gihîşt Moskowaya paytexta Rusya.

Biryare Serok Barzanî li vê serdana ku çend rojek didome, li gel berpirsên bilindên Rusya hevdîtinan pêkbîne û rêzdar li çarçêweya van hevdîtinan de çendîn pirsên girîngên pêwîst bi pêwendiyên navbera Rusya û Herêma Kurdistanê û pêşketinên siyasiyên Iraq û navçeyê bi giştî guftûgo bike.
Top