Malikî Daxwaza Destpêkirina Danûstandinan ji Nêçîrvan Barzanî Kiriye
Mueyed Teyib peyvdarê Hevpeymanîya Kurdistanî ji hejmara Duh ya rojnameya Şerqul Ewset re ragihandiye, ku hêşta çend pirsgirêk di navbera hukûmeta federala Iraqê û hukûmeta herêma Kurdistanê de yên wek girêbestên neftê, qanûna neft û gazê, bûdceya pêşmerge, nawçeyên Kurdistanîyên derveyî herêma Kurdistanê û hindek pirsgirêkên din wek xwe mane.
Tayib ragihandiye, ku bo mebesta çareserkirina ewan pirsgirêkan, hukûmeta federal amadeyîya xwe nîşçan daye û amadeyîya xwe bo guhdana bi daxwazên Kurd ragihandiye, bi taybetî ku rewşa niha ya Iraqê êdî taqeta rûbirûbûnên siyasî nîne.
Peyvdarê fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî herwisa daye xuyakirin, ku di kombûna roja yekşembîyê ya navbera serok fraksiyon û wezîrên Kurd ên li Bexdad û serokê herêma Kurdistanê de ev mijar hatiye baskirin û tê de biryar hatiye dayîn, ku çûna bo Bexdadê yan şandina şandeke herêma Kurdistanê di destê serok wezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de be.
