Serok Barzanî Bi Kurdên Li Rûsiyayê Re Civiya
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana Konsulusxaneya Îraqê ya li Moscovayê kir û ji aliyê Konsulus û Rayedarên Konsulusxaneyê ve hate pêşwazîkirin.
Pişt re Serok Barzanî serdana Kurdên li Rûsiyayê jî kir û bi germî ji aliyê Kurdên li Rûsiyayê ve hate pêşwazîkirin û Kurdên li Rûsiyayê jî çendîn xelat pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Her evro Serok Barzanî serdana ev mala ku, di dema xwe de Nemir Mele Mistefa Barzanî tê de dima kir û peyvek jî li ber derê vê malê pêşkêş kir.
Pişt re Serok Barzanî bi Rojnamewanên Rûsiyayê re jî civiya û bersifa çendîn pirsên Rojnamewanên Rûsiyayê yên di derbarê rewşa Kurdistan, Îraq û peyvendiyên heyî yên di navbera Rûsiya û Kurdistanê de da.
Biryare ku, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî roja Çar şemê jî dest bi civîn û hevdîtinên xwe yên bi Rayedar û Berpirsên Rûsiyayê re bike.
