• Tuesday, 10 February 2026
logo

Holenda Nuneratiya Xwe li Kurdistanê Ve Dike

Gulan Media February 19, 2013 Nûçe
Holenda Nuneratiya Xwe li Kurdistanê Ve Dike
Duh heyeteke Holendî bi Serokatiya Sekretera giştî ya Wezareta Derve a Holendayê serdana Kurdistanê kir û ji aliyê Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê civînek di navbera her du aliyan de hate lidarxistin û di civîna han de jî ku, Konsulusê Holendayê yê li Bexdayê jî tê de beşdarbû, rewşa siyasî ya Îraqê bi giştî û rewşa Kurdistanê bi taybetî hate nîqaşkirin.

Di berdewamiya vê civîna han de heyeta Holendî kêfxweşiya xwe bo serdana Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, di yekemîn serdana xwe ya bo Kurdistanê de me hest bi vê yekê kir ku, Kurdistan di her warî de pêşketiye û xwedan rewşeke arame.

Heyeta Holendî herwiha eşkere kir ku, yek ji armancên sereke yên vê serdana han destpêkirin bo amadekariyên pêwîst bo vekirina Nuneratiya Holendayê ya li Kurdistanê ye daku, bi vê awayî karasanî bo her du aliyan were kirin daku, peyvendiyên xwe yên di her warî de bihêztir bikin.
Top