Nêçîrvan Barzanî Û Martin Kobler Civiyan
Di hevdîtineke de rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatin dawî yên di warê siyasî de hatin nirxandin û behsa hewldanên heyî yên ji bo derbas kirina Îraqê ji qirîza heyî kirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Kobler armanca serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragihand ku, em weke NY dixwazin ji nêz ve helwesta Hikûmeta Kurdistanê ya li hember hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina Îraqê bibînin û got: Em weke NY piştgîriya kom kirina tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê li dor maseya diyalog û danûstandinê dikin.
Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî destxweşiyên xwe pêşkêşî Nunerê Sekreterê giştî yê NY yê li Îraqê kir û tekez li ser helwesta Hikûmeta Kurdistanê a li hember qirîza siyasî ya Îraqê û hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina qirîza han kir û ragihand ku, Hikûmketa Kurdistanê di vê baweriyê deye ku, çareseriya tevahiya kêşeyan bi rêya diyalog û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de dibe.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, em piştgîriya diyaloga nîştimanî dikin bi awayek ku, guhdariya nêrînên tevahiya aliyên siyasî were kirin û ti aliyek neyê perawêzxistin.
Serokwezîrê Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku, NY xwedan ezmûneke gelek girînge lewre dikare hevkariya Îraqiyan bike daku, kêşeyên heyî çareser bikin.
