• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amêdî: Li Kanî Masê 10 sm befir bariye

Gulan Media February 19, 2013 Nûçe
Amêdî: Li Kanî Masê 10 sm befir bariye
Rêvebirê keşnasî û pîvelerzê li navçeya Amêdî ji Xendanê re ragihand ku, di 24 demjimêrên de li devera Berwarî Bala li bajaroka Kanî Masê 10 sentîmetir befir bariye û digel rêjeyekî baş ya baranê li sînorê navçeya Amêdî û dewrûberê bi vî rengiye:

Amêdî: 16 mlm baran bariye bi giştî 964
Bajaroka Sersingê: 15.5 mlm baran bariye û bi giştî 1211
Bajaroka Dêrelokê: 12 mlm baran bariye bi giştî 975
Bajaroka Kanî Masê: 6 mlm baran bariye bi giştî 954 û 10 sentîmetirên befir bariye.
Bajaroka Bamernê: 17.5 mlm baran bariye bi giştî 935 û 2 sentîmetirên befir bariye.
Bajaroka Çemankê: 12.5 mlm baran bariye bi giştî 1246

Rêvebirê keşnasî û pîvelerzê li navçeya Amêdî Haşim Yehya diyar kir ku: Li gor jêderên keşnasî dibê heya sibehê keş û hewayê Herêma Kurdistanê bi vî rengî bimîne û dûvre bibe hetav.

Xendan
Top