Kongirêsa Amerîka hereşe li Nurî Malikî dike
Li gor nûçeyeke ajansa Medaprêsê, îro duşeme 18/2 çend endamekî kongirêsa Amerîka cext kirine ku, eger carek din êrişî serbazgeha Lêbertî ya taybet bi endamên Mucahîdînî Xelq ya Êranî bê kirin ewê biryarekê li dijî Malikî û hikûmeta wî derbixin û ewê wî (bi piştevaniya Terorê) destnîşan bikin.
Li gor nûçeyê, ew çend endamên kongirêsa Amerîka ragihandin ku Nurî Malikî xwedî li soza xwe derneketiye bo parastina canê endamên Mucahîdînê Xelq û daxwaz jê kirine ku dubare Mucahîdîna ji kampa Lêbirtî vegerinê bo serbazgeha Eşref.
Li çend hefteyên pêşî de serbazgeha Lêbirtî ya taybet bi rêxistina Mucahîdînên Xelq a Êranî ku dikeve nêzîkî balafirxaneya Bexdadê û ji aliyê hêzên hikûmetê ve tên parastin kete ber êrişeke moşekî û di encamê de 6 kes mirin û zêdetir li 100 kesên din jî birîndarbûn.
Xendan
