Karayilan: Divê rêbertiya me nexşerêyek nû pêşkêş bike
Di hevpeyvîneke taybet digel ajansa Firat newsê Karayilan got: “Êdî di çerçoveya lihevkirina civakî de gelên herêmê li ser bingehê biratiyê û rêzgirtina ji hevdû re dîsa ne li ser bingehê qedexekirina çanda hev, bi feraseteke ku bi hev re jiyankirina çandan mîna dewlemendiyê dibîne de dema pêşketina aştiyeke bingehîn a mayinde hatiye.”
Derbarê amadekariyên çûyina heyeta BDP-KCD’ê de jî nerînên xwe anîn ziman, Karayilan destnîşan kir ku, mafê BDP'ê heye ku BDP plansaziya hikûmetê qebûl neke, lê belê bi îhtîmaleke mezin navên hatine destnîşan kirin wê biçin.
Her wiha Karayilan diyar kir ku, dibe nexşerêyeke çaraseriyê ji aliyê rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan ve were aşkere kirin û li ser navaroka nexşerêya gengaz û wiha axivî: "Heger ji aliyê Rêbertiyê ve rewşeke îqnabûnê pêk were, Rêbertiya me ne bangekî yek alî ya li gorî daxwaza wan, dibe ku nexşerêyekî nû tê wateya bangkirina her du aliyan pêşkêş bike.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murad Karayilan aşkira kir ku, ya girîng ewe ka hikûmet wê li hemberî vê yekê helwesteke çawa nîşan bide, wê gavên polîtîk yên çawa biavêje.
Xendan
