Artêşa Azad: Em hewil didin Qamişlo azad bikin
Hesen Ebdula bi daxuyaniyekê ji malpera Welatî re derbarê rêkeftina duh ku di navbera wan û hêzên YPG`ê de hatibû îmza kirin de ku navê Qamişlo wek bajarekî rizgarî nehatiye binav kirin û got: "Qamişlo heya niha li jêr desthiladariya rêjîma Esede û em jî di amadekariyê dene û planên xwe bo rizgarkirina Qamişlo ji aliyê me bi tenê ve dixwînin."
Li barê pirsa gelo YPG`ê wê beşdarî li rizgarkirinê bajêr bike, serfermandarê encûmena leşkerî ya şoreşê li parêzgeha Hesekê a ser bi artêşa azad Hesen Ebdula got: "Plana çalakiya rizgarkirina bajarê Qamişloyê ji aliyê me ve tê vekolandin û muhtemele ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG)`ê beşdarî di vê planê de bike an emê herî kêm bi hevre koordînalî bin."
Her weha serfermandarê encûmena leşkerî li parêzgeha Hesekê a ser bi artêşa azad aşkira kir ku di civîna duh de rêkeftine ku divê li navçeya Cizîrê bi tenê ala Desteya Bilind a Kurdî û ala serxwebûnê bêne hildan.
Xendan
