• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîr Bi Nuner Û Konsulusên Ewrûpayî Re Civiya

Gulan Media February 18, 2013 Nûçe
Serokwezîr Bi Nuner Û Konsulusên Ewrûpayî Re Civiya
Evro li Hewlêrê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi Nuner û Konsulusên welatên Ewrûpayî yên li Îraqê re civiya.

Di destpêka hevdîtinê de Konsulusa Yekîtiya Ewrûpayê li ser navê heyetê peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û behsa armanc û encamên serdana xwe bo Kurdistanê kir û ragihand ku, ev heyeta han li ser daxwaza YEê serdana Kurdistanê kiriye û armanc ji vê serdana han jî ji nêzve hayedarbûn ji rewşa Kurdistanê ya di her warî de û herwiha hayedarbûn ji helwestên Hikûmeta Kurdistanê yên li hember rewş û qirîza heyî ya li Îraqê û çawetiya çareser kirina wan kêşe û qirîzane.

Heyeta mêwan eşkere kir ku, YEê piştgîriya çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike û hêvî dike ku, danûstandin û diyalogele bihêz di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de bo gehêştin bi çareseriyeke mayende bo kêşeyên heyî destpêbike.

Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê kêfxweşiya xwe a li hember vê pêngava YEê diyar kir û ragihand ku, ev serdana han serdaneke gelek girînge.

Serokwezîrê Kurdistanê careke din dubare kir ku, Hikûmeta Kurdistanê hertim piştgîriya çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandin di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de kiriye û dike.

Di dawiya vê hevdîtina han de heyeta mêwan eşkere kir ku, vê encama serdan û civînên xwe yên bi Rayedarên Kurdistanê re pêşkêşî 27 Wezîrê Derve yên YEê bikin daku, di civîna xwe ya li Birûkselê de li ser wan giftûgo bikin.
Top