Li Hewlêrê Merasimek Bo Salvegera Damezrandina YCDK Û YXK Hate Saz Kirin
Ev merasima han bi deqîqeyek rawestan bo rêz girtin ji Şehîdên Kurdistanê destpê kir û pişt re jî çendîn peyv û gotar di derbarê her du yekîtiyên han û çawetiya damezrandina wan û armancên wan hatin pêşkêşkirin.
Her di wan gotar û peyvan de jî behsa rol û têkoşîna wan her du yekîtiyan di nava tevgera azadîxwaz ya Gelê Kurd de jî hate kirin û ev rol û xebata han bi girîng hate wesifkirin.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser rol û xebata wan her du yekîtiyan.
Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de jî behsa rewşa siyasî ya Îraqê û hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina wan kêşeyan jî kir.
