• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî Û Adil Ebdulmehdî Rewşa Îraqê Nirxandin

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
Serok Barzanî Û Adil Ebdulmehdî Rewşa Îraqê Nirxandin
Duh Li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya endamê desteya Serokatiya civata bilind ya Îslamiya Îraqê Adil Ebdulmehdî û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de Serokê kurdistanê birêz Mesûd Barzanî guhdariya nêrîn û ramanên Elmehdî yên di derbarê rewşa siyasî û kêşeyên heyî yên Îraqê de kir.

Di berdewamiya civîna han de her du alî tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina diyaloga navbera aliyên siyasî yên Îraqê de kirin daku, bikaribin çareseriyeke mayende bo kêşeyên heyî bibînin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî behsa peyvendiyên Dîrokî yên di navbera her du aliyan de kirin û tekez jî li ser bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.
Top