Cîhbicîh Nekirina Peymana Hewlêrê Sedema Kêşeyên Heyiye
Elwanî anî ziman ku, Serokwezîrê Îraqê û Hikûmeta niha ya Îraqê bi ti awayî ne amadene ku, maf û azadiyên aliyên din yên siyasî yên Îraqê gerentî bikin û Hikûmet jî bi her awayî hewl bo xwe vedizîn ji cîhbicîh kirina peymannameya Hewlêrê dide.
Çavkanî di beşeke din ya axaftinên xwe de jî behsa civata bilind ya dadweriya Îraqê kir û balkêşande ser vê yekê ku, Serokê berê yê vê civata han ev civat siyasî kiriye û xistiye bin xizmeta Hikûmet û Serokwezîrê Îraqê de.
