• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Îraqê 120 Kes Din Bûne Qurbanî

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
Li Îraqê 120 Kes Din Bûne Qurbanî
Çavkaniyek ji hêzên Polîs yên Îraqê ragihand ku, evro di encama du teqînan li Taxê Sedir ya li Rojhilatê Bexdayê de 18 welatî canê xwe ji dest dan û 80 welatiyên din jî birîndar bûne.

Çavkaniya han eşkere kir ku, her evro di encama teqîna maşîneke bombekirî li ber deriya Husêniyeya Bakûr a li Bakûrê Rojhilatê Bexdayê de 4 welatiyên din canê xwe ji dest dane û 17 welatiyên din jî birîndar bûne.

Her evro li Taxê Emînê dûyem li Rojhilatê Bexdayê de teqîneke din pêk hat û di encam de 5 welatiyên din canê xwe ji dest dan û 19 welatiyên din jî birîndar bûne.
Top