• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ala Rejîma Berê Ya Îraqê Û Ya Elqaêdeyê Hatin Qedexe Kirin

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
Ala Rejîma Berê Ya Îraqê Û Ya Elqaêdeyê Hatin Qedexe Kirin
Evro Wezareta navxwe ya Îraqê ragihand ku, her du alayên Rejîma berê ya Îraqê û alaya Elqaêdeyê hatine qedexekirin û ev kesên ku, alên han hildin vê werin girtin.

Di vê derbarê de Şewirmendê wezareta navxwe ya Îraqê Ednan Esedî ragihand ku, wezareta navxwe ya Îraqê bi ti awayî derfet nade ti kes û aliyekî ku, bi ti awayî alayên Baes û Elqaêdeyê hildin û dema xwepîşandan û komcivînan de wan bikar bîne.

Çavkanî di dawiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, her kesek wan alên han bikar bîne vê were girtin.
Top