• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî Damezrandina Her Du Yekîtiyên Ciwanên Demokrat Û Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
Serok Barzanî Damezrandina Her Du Yekîtiyên Ciwanên Demokrat Û Xwendekarên Kurdistanê Pîroz Kir
Evro bi minasebeta salvegera damezrandina her du Yekîtiyên ciwanên demokrat yên Kurdistanê û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî wan her du Yekîtiyên han kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Xweşik û birayên birêz û xweştewîst yên li her du mekteba sekretariyeta Yekîtiya ciwanên Demokrta û Xwendekarên Kurdistanê

Silaveke gerim

Bi minasebeta salvegera damezrandina her du Yekîtiyên we yên têkoşer xwe bi bextewer dizanim ku, pîrozbayiyeke gerim pêşkêş we bikim û bi rêya we jî ev bîranîna Dîrokî li tevahiya Xwendekar û ciwanên Kurdistanê pîroz bikim û hêviya serkeftin, serfirazî û pêşkeftinê ji we re bixwazim.

Hêvî dikim ev minasebeta netewî wîstgeheke din be bo bibîranîna serwerî û destkeftên we û amadekirina pilan û bernameyeke serdemiyane bo berfire kirina xebata Dîrokî ya her du Yekîtiyên han ku, bi dirêjahiya temena xwe roleke gelek girîng û berçav di nava bizava rizgarîxwaz ya Gelê me de lîstine.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê du mektebên girîng yên pêgehandina bi dehan û bi sedan têkoşerên serfiraz yên rêya azadiya Kurdistanê bûne û karîne şanaziyên gelek mezin di nava Dîroka têjî ji serwerî ya Gelê Kurd de bidest bixin.

Em di pêvajoyekî de bîranîna wan her du Yekîtiyan pîroz dikin ku, Kurdistanê bûye Herêmeke azad û pêşkeftî û herwiha pêngavên din yên gelek girîng jî di rê dene lewre rola we ya niha û pêşerojê ne kêmî qurbanîdan û xebata we ya demên derbasbûyiye û xwedan girîngiyeke gelek taybete.

Em li benda wene ku, di bin navê bidest xistina armancên xwe û bîranîna xebata xwe ya Dîrokî û bi riheke Şorêşgerane bi awayekî çalaktir parêzgariya Xwendekar û ciwanên Kurdistanê bikin.

Careke din salvegera damezrandina her du Yekîtiyan li we pîroz dikim û ez bawerim ku, bi rêhê berê weke dû yadgarên Barzaniyê Nemir bi çekên zanist û serdemiyane di nava meydana pîşeyî û demokrasî de rola xwe ya erênî dilîzin.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî

17.2.2012
Top