• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Hîndîstanê 3 tecawizkar ji aliyê gundiyan ve hatin kuştin

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
Li Hîndîstanê 3 tecawizkar ji aliyê gundiyan ve hatin kuştin
Li gundekî eyaleta Carkhand a Hîndîstanê 3 kesên ku destdirêjî li hemberî jinan kirin, ji aliyê gundiyan ve hatin kuştin.

Piştî ku li bajarê Delhiyê xwendekara zanîngehê rastî destdirêjiyê hat û piştre hat qetilkirin, li Hîndîstanê li hemberî êrîşên cinsî bihîstyariyek derket holê. Bûyer li gundeke eyaleta Carkhand a li rojhilatê welêt qewimî. 3 kesên xwestin destdirêjiyê li jinek bikin, ji aliyê gundiyan ve bi lêdanê hatin kuştin. Ajansa IANS da zanîn ku ev ciwanên hatine kuştin, li gundê Savariyê ya bajarê Gumla her tim jinan bi êrîşên zayendî bêzar kirine. Yek ji van ciwanan, bi rêya debançeyê gefên kuştinê li gundiya xwe kir. Gundî hatin hawara jina ciwan. Gundiyên ku dar û kevir girtin destên xwe, van ciwanan bi lêdanê kuştin. Polîsan du debance û guleyên wê bi van ciwanan re bi dest xistin.


Par li Delhiyê di meha kanûnê de xwendekara zanîngehê ya 23 salî Jyoti Singh di otobusek de rastî destdirêjiya gelekkesan hat. Piştî vê bûyerê, li Hîndîstanê gel êdî li hemberî tecawizê bertekên tund nîşan dide.

Rudaw
Top