• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rimêlan dibe Kerkûka duyem?

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
Rimêlan dibe Kerkûka duyem?
Şareza dûr dibînin ku li Sûriyê piştî ketina Esed navçeya Rimêlan a dewlemend bi petrol û gaza siruştî bibe Kerkûka duyem li Kurdistanê. Li gor wan, parastina bîrên petrola wê navçeyê girîngtirîn erkê desthilatdarên nû yên Rojavayê Kurdistanê ye ji bo bihêzkirina asayişa neteweya kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Piştî diyarkirina sînorê navbera komara Tirkiyeyê û Sûriyê di sala 1928 de wek beşekî ji peymana Sykes-Picot ya di navbera Frensa û Brîtanyayê de, navçeya Dêrikê ya xwediya gellek petrol û gaza siruştî bû para Sûriyê. Bêtirîn zeviyên gaz û petrolê li Sûriyê dikevin navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ku ji wan jî yên herî girîng bîrên petrolê yên navçeya Rimêlan in.

Li gor Ajansa Reuters, li ser axa Sûriyê 2.5 milyar bermîl petrola yedek heye ku ev jî dike ji sedî 0.2 yê tevaya petrola yedek ya cîhanê. Lê ji ber ku li navçeyên Rojavayê Kurdistanê ti rafîneriyek tine ne, petrola Rimêlan bi boriyan bo herdu bajarên erebnişîn Hums û Banyasê tê veguhestin û li wir tê safîkirin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilhekîm Beşar nebûna rafîneriyan li navçeyên Rojavayê Kurdistanê vedigerîne "siyaseta şovînî ya rejîma Sûriyê" û ji Rûdawê re got: "Rejîmê ne ku tenê ji aliyê siyasî ve, lê belê ji aliyê aborî ve jî zordarî li Kurdan kir, bêtirên keresteyên xam ên Sûriyê li Kurdistanê ne, lê rejîm vediguhêze navçeyeke din."

“Rimêlan nabe Kerkûk”

Gera li petrolê di salên pênciyî de bû û destpêkirina bi deranînê jî di dawiya salên şêstî ji sedsala borî de bû. Vê yekê jî roleke sereke di proseya guhertina demografiya navçeyên Rojavayê Kurdistanê de leyîst.

Dr. Bêwar Xinisî yê şarezayê warê petrolê di vê bareyê de dibêje: "Eger sermiyana siruştî neba, ew sînorê îro bi awayekî gellekî ciyawaztir dihat kişandin."

Ji dema ku di sala 1968ê de dest bi deranîna petrolê li navçeya Rimêlan û derdora wê hate kirin, guhertineke mezin di demografiya wê navçeyê de hat kirin. Veguhestina Kurdan ji navçeyeke li ser sînor bi dirêjahiya 375 km û bi kûrahiya 10-15 km û bicihkirina Ereban li şûna wan di çarçoveya projeyê ku bi navê "Kembera Erebî" tê naskirin, beşek bû ji proseya guherîna demografîk a wê navçeyê. Ev rastî jî wê pirsyarê bi xwe re tîne ka gelo çarenûsa Rimêlan jî piştî ketina Esed wek Kerkûk û navçeyên veqetandî yên Başûrê Kurdistanê dibe, yan an.
Ebdilhekîm Beşar dibêje ku Rimêlan bi dirêjiya dîrokê beşek ji Kurdistanê bû û wek Kerkûkê lê nayê: "Dibe bîrek du bîrên hinekî dûrî Rimêlan hebin ku li wê navçeyê Ereb û Kurd bihevre dijîn, lê deverên din bi tevayî kurdnişîn in. Ew du bîr dikevin nêzîkî Keratşokê, li wê navçeyê Kurd û Ereb di nav hev de ne, lê dîsa jî hejmara Ereban ji ya Kurdan kêmtir e." Heta beriya bûyerên li Sûriyê, li Rimêlan rojane 270 hezar bermîlên petrolê dihatin hilberîn, berhemanîna gazê jî rojane 2 milyon û 300 hezar kûbîk bû.
“Divê kurd Rimêlan biparêzin”

Beşekî mezin ji jêrxaneya aborî ya Sûriyê di encama wî şerê ku ev du salan didome wêran bû û proseya avakirina wê dibe ku bêtirî 10 salan bidome, lê jêrxaneya aborî li Rojavayê Kurdistanê heta radeyekê ji wê wêraniyê dûr maye.

Hevserokê PYD Salih Muslim di hevpeyvîneke berê de ji Rûdawê re gotibû: "Kurd bi ketina rejîmê re ne, lê ne bi wê re ne ku dewlet ji nav biçe, lewma em zeviyên petrolê diparêzin."

Endamê Tevgera Ciwanên Kurd li Sûriyê (TCK) Ebdilmecîd Temir wiha dirame ku "ji bo ew karesata şewitandina bîrên petrola Kuwêtê ji aliyê Saddam ve dubare nebe, gellekî girîng e ku Kurd Rimêlan biparêzin."

Temir behsa rewşa Herêma Kurdistanê piştî serhildana sala 1991ê kir û dûr nabîne ku heman tişt li Rojavayê Kurdistanê jî bibe: "Dibe ku temenê rejîmê dirêj bibe û Rojavayê Kurdistanê wek Herêma Kurdistanê heta çend salan serbixwe bimîne. Lewma divê pişta xwe bi xwe girêbide û ji bo vê jî baş e ku amadekariyê bikin ji bo ku Rimêlan têkeve kar, ji bilî rafîneriyan her tişt amade ye."

Biyanî li rewşa Rilêman dipirsin

Rojhilata Navîn di çend kêşe, nakokî û berberiyan de derbas dibe. Beşekî mezin ji wan berberiyan ji bo kontrolkirina çavkaniyên xwezayî ne. Çavdêrên siyasî jî wiha dibînin ku kontrola petrolê gelekî girîng e ji bo çareserkirina berberiyan. Ji bo wê pêşbînî tê kirin ku Kurd bikarin sûdê ji petrolê bibînin û têxin xizmeta pirsa xwe.

Mamosteyê zanîngehê Rezwan Badînî dibêje ku gellek ji wan çavdêrên siyasî yên biyanî ku girîngiyê didin rewşa Sûriyê pirsa Rimêlan dikin û dipirsin "Kurd çendî dikarin asayişa wan bîrên petrolê biparêzin?" Rezwan Badînî got: "Berî demekê ez bi hinek pisporên amerîkî re axivîm û derbarê Rimêlan de pirs ji min kirin. Hatina tundrewên îslamî ji bo Serê Kaniyê hewleke ji bo kontrolkirina Rimêlan, ji ber ku ew hewl didin ji xeleka lawaz, ku ew jî firehneteweyîbûna wê herêmê ye, sûd wergirin û bikevin devereke stratîjîk, daku Kurdan ji wî sermiyanî bêbeş bikin." Ev mamosteyê zanîngehê gilî ji Kurdan dike û dibêje ku wek pêwîst wan girîngî nedaye vê meseleyê ku xema sereke bi xwe ye: “Derfet heye ku Kurd Rimêlan têxin dosyayeke girîng li ser asta navneteweyî."

Rudaw
Top