• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nivîskara tirk Nûray Mert: PKK rêxistineke terorê nîne

Gulan Media February 17, 2013 Nûçe
Nivîskara tirk Nûray Mert: PKK rêxistineke terorê nîne
Nivîskar û rojnamevana navdara tirk Nûray Mert diyar kir ku PKK “rêxistineke terorê” niye û wiha axivî: “Ji ber ku eger wisa bê hizirkirin pirsa kurd qet çareser nabe.”

Li gorî nûçeya CNN Turk, Pariya Aştî û Demokrasiyê (BDP) îro (16.02.2013) li Rihayê panêlek bi navê “Hewlên Çareseriya Pirsa Kurd û Aştiya Rojhilata Navîn” saz kir.

Nivîskar û rojnamevana tirk Nûray Mert got ku ew sûc dike û dê li ser sûcê xwe jî rijd be û wiha anî ziman: “Ez bawer im li salonê de polîsên sivîl jî hene, bile guhdarî me bikin. Helbet ez sûc dikim û dê li ser sûcên xwe jî rijd bim. PKK rêxistineke terorê nîne û heta em wiha hizir bikin em nikarin tiştekî bikin. Divê hikûmet jî vê yekêqebûl bike. Dewlet yên ku li dijî wan radibin wek terorîst bi nav dikin lê sûda vê pênaseyê ji tu kesî re tune.”

Piştî Mert, parlamentera BDP a Amedê Emîne Ayna jî axaftinek kir û diyar kir ku Kurdistanê bûye 4 perçe û li bara hevdîtinên ku li girtîgeha Îmraliyê tên meşandin de jî wiha got:“Girîng nîne ku kî herin Îmraliyê, girîng ew e ku di hevdîtinan de çi bê axaftin.”

Rudaw
Top