• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê û şanda li gel kir

Gulan Media February 16, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê û şanda li gel kir
Îro şemî 16/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Xefur Mexmurî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê û şanda li gel kir ku ji hejmarek endamên mekteba siyasiya Yekîtiya Neteweyî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê bi kurtî di derbarê Kongreya Pêncema Yekîtiyê de axaftinek pêşkêş kir û wan biryar û raspardeyên ku jê derketin pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Serok Barzanî ji bilî pîrozbahîkirina Sekreterê Giştî û Endamên Mekteba Siyasî ya ji bo hilbijartina wan, li xizmetkirina rewşa jiyana siyasî û pêşxistina bingehên demokrasî û parastina yekrêzî û hevxebata hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê de hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Top