'Berpirsiyarê Daireye ez hedef nîşan dam, nijadperestan jî êrîşê min kirin'
Leyla ji ber di 14 saliya xwe de li Nurnbergê tevlî meşeke Kurdan bûye, rayedarên Daîreya Biyaniyan hewl didin wê ji malbatê veqetînin û rêkin Tirkiyeyê. Sultan Karayigit ji Rûdawê re daxuyand berpirsê Daireya Biyaniyan di bernameyeke radoyoyê de wê weke hedef nîşan daye û piştre du nijadperestên tirk jî li dibistanê êrîş birine ser.
Karayigit got heta Daireya Biyaniyan du car lêpirsîn lê kirine û got, “Cara yekem parêzerê min agahdar nekirin û nêzîka 6 saet lêpirsînê li min kirin. Di nava 6 saetî de tenê 10 deqe derbarê mafê penaberiyê pirs li min kirin, wekî din derbarê karê komeleyê û kesên ku tên û diçin pirs kirin.ˮ Piştre parêzer dikeva nava hewldanan û cara duyem îfadeyê wê digirin, lê got, “Mixabin ew îfadeyê min ê ewil ku ez bi tenê bûm, qebûl dikin.ˮ
Karayigit diyar kir ku demeke berê Berpirsiyarê Daireya Biyaniyan Olaf Kuch tevlî bernameyeke radyoyê bûye û derbarê wê jî axiviye. Sultan Karayigit derbarê axaftina Kuch wiha got, “Di bernameyê de Kuch ji bo min got ku ew sempatîzan û endama rêxistina terorê ye. Potansiyeleke metirsîdar e, berê tevlî ti sûcek nekiriye lê ji bo pêşerojê jî sûcek pêkneyne ew dixwazin wê ji welatê xwe derxînin. Piştî vê axaftinê li dibistanê du xortên nijadperestên tirk êrîş kirin ser min û mamoste kate navberê û nehîşt bûyer mezin bibe.ˮ Karayigit got ew ê li dijî axaftina Kuch û êrîşa herdu xortên nijadperest herin cem polîs û gilî bikin.
Rudaw
