• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Amedê zanîngeha Selaheddînê Eyûbî hat damezirandin

Gulan Media February 16, 2013 Nûçe
Li Amedê zanîngeha Selaheddînê Eyûbî hat damezirandin
Biryara derbarê damezirandina ‘Zanîngeha Selahedînê Eyûbî’ de îro di rojnameya Resmi Gazete de hat belav kirin.

Li gor gûhertinên di hêjmara 6414 a Yasaya ji bo Guhertina di Qanûna Rêvebirina Saziyên Hîndekariya Bilind de wê li Amedê ji aliyê Wexfa Perwerdeya Îlahî, Çand û Tendirustiyê ve Zanîngeha Selahedînê Eyûbî bê damezirandin.

Wê di zanîngehê de fakulteyên zanîsta aborî û rêveberê, mihendizî û mîmartî, îlahî û tendirustî, zanista civakî, zanista zanyarî û tendirustiyê hebin.

Herwiha wê di bin banê zanîngehê de ‘Enstîtuya Zimanên Herêmî’ jî bê damezirandin.

rudaw
Top