• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şermezarkirina roja 15 Sibat`ê li Silêmaniyê

Gulan Media February 16, 2013 Nûçe
Şermezarkirina roja 15 Sibat`ê li Silêmaniyê
Duh demjimêr 2`ê piştî nîvro li cem Baxê Giştî ya bajarê Silêmaniyê bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyên 4 parçeyên Kurdistan`ê xwenîşandanek hat li darxistin ku têde al û wêneyê serokê PKK hatin bilindkirin û salroja desteserkirina serokê Partiya Karkerên Kurdistan`ê Ebdula Ocalan şermezarkirin.

Serokê PKK Ebdullah Ocalan di sala 1999 de ji, bi fişarên hikûmeta Tukriyê ji Sûriyê hat derxistin.lewra serokê PKK`ê berê xwe da Ewrûpa, lê tu welatekî Ewrûpa mafê rûniştinê neda wî û di encam de roja 15 Sibat ya 1999`an li Nyerobî paytexta welatê Kenya hat girtin û ji bo Turkiyê hatibû radestkirin, ji ber vê çendê PKK girtina Ocalan weke komployeke navnetewî bi nav dike.

Hêajyî gotinê ye ku, di vê salrojê de hevalbendên PKK li Kurdistan , gelek welatên Ewrûpa û welatên din yên cîhan`ê çalakiyên şermezarkirinê yên cûr bi cûr encam didin.

Xendan
Top