• Tuesday, 10 February 2026
logo

DBK ligel Barzanî dicive

Gulan Media February 16, 2013 Nûçe
DBK ligel Barzanî dicive
Berî kêliyekê civîna endamên Desteya Bilind a Kurd (DBK) û serokê Herêma Kurdistanê dest pê kir. Serdana Barzanî ya bo Rûsyayê jî yek ji mijarên sereke ya wê civînê ye.

Endame DKB’ê Siûd Mela ji Rûdawê re wiha got: “Civîna her 10 endamên DBK’ê ya ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kir.”

Siûd Mela wiha got: “Di civînê de wê pirsa rojavayê Kurdistanê, peywendiyên di navbera aliyên siyasî de, arîkariya Herêma Kurdistanê ya ji bo rojavayê Kurdistanê, herwiha serdana birêz Mesûd Barzanî ya bo Rûsyayê bê guftûgokirin.”

Hemû endamên DBK’ê (Hêjmara wan 10 kes) dûh gihiştin Herêma Kurdistanê.

Li gor zanyariyên ku ji serokatiya Herêma Kurdistanê ketine destê Rûdawê, li ser vexwendina fermî ya Rûsyayê, biryare Barzanî di nava rojên bê de serdana Rûsyaye bike û ligel berpirsên wî welatî bicive.

Rudaw
Top