• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdoxan: Divê BDP bi wêrekî tevbigere

Gulan Media February 16, 2013 Nûçe
Erdoxan: Divê BDP bi wêrekî tevbigere
Li gorî Nûçeya Ajansa Anadolu serokwezîrê Turkiyê Recep Teyîb Erdoxan Duh (15.02.2013) li Enqerê digel berpirsên navendên Partiya Dad û Geşepêdan`ê (AKP) yên bajaran re civînek saz kir.

Erdoxan di civînê de behsa qonaxa hevdîtinên bi rêberê Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK), Ebdullah Ocalan jî kir û diyar kir ku ji bo ku pirsa kurd û “terorê” nemîne ew amade ne her cûre berdêlekî bidin.

Serokwezîrê Turkiyê gazî li Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî kir û got ku divê BDP bi awayekî wêrek tevbigere û wiha axifî: “Lê eger BDP guhdarî peyamên Qendîl`ê bike wê çaxê mafê wê tune bêje min tiştek kiriye.

Erdoxan her wiha serokê giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP), Kemal Kiliçdaroxlu jî bi alîgirtiya rejîma Sûriyê tometbar kir û got ku CHP xwe kiriye her meseleyekê.

Erdoxan her wiha siyaseta Partiya Neteweperest a (MHP) jî li hember qonaxa Îmraliyê rexne kir û wiha axifî: Heta MHP behsa mirovahiyê neke em guhdarî wê nakin.

Xendan
Top