'15 Sibatê' li Amedê hate şermezarkirin
Bi hezaran kes ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê, bi pêşengiya BDP’a Baglara Amedê li ber avahiya Welatiyên Azad a Taxa 5 Nîsanê civiyan. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Seroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî tevli meşê bûn. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hatin berzkirin û posterên Ocalan û alên PKK, KCK’ê hatin bilindkirin. Polîsan jî li ser riya meşê ewlehiyeke berfireh girt. Wesayîtên Mudaxelay Bûyerên Civakî TOMA û polîsên çevîk jî di ewlehiyê de cih girtin. Polîsan bi firokeyan li asîmanan jî girseyê kontrol kir.
Meş heta ber Parka Koşuyoluyê dewam kir. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, li vê derê diyar kir ji bo qedandina Komploya 15’ê Sibatê divê sîstema Îmraliyê ji holê rabe û wiha got: “Bi vê komployê xwestin şerê navxweyî çêbikin. Lê Birêz Ocalan bi helwesta xwe û banga xwe pêşî li vî şerî girt. Em 15’ê Sibatê şermezar dikin.”
Kişanak, di berdewama axatina xwe de bal kişand hê jî ciwanên kurd têne kuştin û kuştina Şahîn Oner jî weke mînak nîşan da. Kişanak, da zanîn eger di pêvajoya muzakereyê de hikûmet jidil be divê kujerên Parîsê û Şahîn Oner bên darizandin û cezakirin. Kişanak, got ger ev yek neyê kirin wê çaxê divê Wezîrê Karê Hundir û walî îstifa bikin. Zubeyde Zumrut jî diyar kir ew ê ji bo jiholêrakirina komployê têkoşîna xwe li hemû qadan berdewam bikin û ew ê girseya xwe xurtir bikin.
Dayika Aştiyê Hava Kiran jî got Ocalan rêberê wan e û ew ê heta dawiyê li Ocalan xwedî derkevin. Çalakiyên şermezarkirina 15’ê Sibatê li Mêrdîn, Ruha Êlih, Şirnex, Wan,Culemêrg, Agirî, Mûş, Qers û Îdirê jî hatin lidarxistin. Polîsan li hin cihan mudaxaleyê girseyê kir.
Rudaw
