Piştî çend roj civînên berdewam yên ji bo giftûgo kirin li ser proje bûdceya sala 2013an ya Hikûmeta Kurdistanê evro, Parlementoya Kurdistanê civîna xwe ya dawî li dar xist û di vê civîna han de piştî bi dawî hatina nîqaşên Parlementeran yên li ser made û xalên proje bûdceya sala 2013an, ev projeya han bi awayekî giştî kete dengdanê û di dawî de bi piraniya dengan ji aliyê Parlmenetoya Kurdistanê ve hate pejrandin.