Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Ehmed Çelebî kir
Li hevdîtinê de, di derbarê pêşhatên dawî û guhertinên siyasiyê li welat de hate guftûgokirin û rêyên xelasbûna qeyrana niha li gor prensîpên destûr û peymanên navbera aliyê siyasiyan hate nirxandin û her du alî jî hevrê bûn ku girjî û alozî neku xizmeta tu aliyek û pêkhateyekî Iraqî nake belku ziyanê jî dide proseya siyasî û tekez jî li wê yekê kir ku berqerarkirina demokrasiyet û hevkariya rasteqîne bingeha çareseriya kêşe û gîr û giriftane.
