Parlementoya Berîtaniyayê Giftûgo Li Ser Komkujiya Gelê Kurd Dike
Biryare Parlementoya Berîtaniyayê li ser vê yekê giftûgo bike ku, gelo komkujiya Gelê Kurd dikeve nava çaçroweya genoside an na.
Eger di giftûgoyên Parlementoya Berîtaniyayê de komkujiyên ku, li ser Gelê Kurd hatine sepandin weke Genoside werin nasîn vê demê Parlementoya Berîtaniyayê dest bi dengdan li ser qebûl kirina Genoside a li dijî Gelê Kurd dike.
Hêjayê gotinêye ku, zêdetir ji 5 hezar û 700 welatiyên Berîtaniyayê dest bi kempînek kirine û di vê kempîna han de daxwaz ji Hikûmet û Parlementoya vê welatî kirine ku, komkujiyên han weke Genoside nas bike û bikujên Gelê Kurd de radestî Dadgehê bike.
