Esed amadeye dest ji postê xwe berde
Çalakvanê siyasî yê bi navê Dirxam Xêtan Hilse ku pêr tevî şandek Ûrdinî bi Beşar Esed re civiyabû, îro ji malpera erebî ya CNN re eşkere kir ku Esed di civînê de gotiye Sûriyeyî li ser diyalogê li hev bikin, ew amade ye dev ji posta xwe berde.
Dirxam Xêtan Hilse herwiha anî ziman ku Beşar Esed bi awayekî erênî jî behsa Hevpeymaniya Niştimanî ya opozîsyonê li Sûrî kiriye.
Duh Wezîrê Lihevhatina Niştimanî yê Sûriyê Elî Heyder jî amadehiya xwe nîşandabû ku li Cenevre ligel Serokê hevpeymaniya opozîsyonê Sûriyê Muaz Xetîb rûne.
Rudaw
