• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mecîdxan: Îranê ji YNK re got xwe nêzîkî Tirkiyê nekin

Gulan Media February 13, 2013 Nûçe
Mecîdxan: Îranê ji YNK re got xwe nêzîkî Tirkiyê nekin
Şêwirmendê polîtburoya YNK, Baram Mecîdxan diyar kir ku di civîna şanda YNK de digel şanda îranî ji wan hatiye xwastin ku “xwe ji Tirkiyê dûr bixin û nekevin ser hêla Enqereyê.”

Şandeke Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja 06.02.2013 serdana Îranê kir û bi rayedarên îranî re hevdîtin pêk anîn.

Şêwirmendê karûbarên Îranê yê polîtburoya YNK, Baram Mecîdxan li bara wê hevdîtinê de ji Rûdawê re got: “Me bi fermandeyê hêza Quds a Îranê, Qasim Silêmanî re jî hevdîtin pêk anî. Silêmanî di wê hevdîtinê de ji me xwast ku nabe hûn behsa perçebûna Iraq û têkçûna pêwendiyên navbera kurdan û şîeyan bikin.”

Mecîdxan diyar kir ku Silêmanî her wiha ji wan xwastiye ku xwe zêde nêzîkî Tirkiyê neke û nekevin ser hêla Enqereyê û wiha anî ziman: “Ji ber ku Îran ji pêşveçûna Tirkiyê li nav Herêma Kurdistanê de nîgeran e.”

Ji aliyekî din, berpirsekî YNK ku nexwast navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku di civîna digel Qasim Silêmanî de behsa arîşeyên nav YNK jî hatiye kirin û wiha axivî: “Ji ber wê Kosret Resûl û Berhem Salih ji aliyê Îranê ve hatin vexwendin. ji ber ku navbera wan de nakokî heye.”

Rudaw
Top