Li Mêrsînê balafirek ket: 1 mirî 1 birîndar
Li gorî nûçeya ajansa Dogan a Tirkiyê, li devera Tarsûs a Mêrsînê, balafireka perwerdê ket û di bûyerê de kesek mir û yek jî birîndar bû.
Qaymeqamê Tarsûsê Orhan Şefîk, bûyera ketina balafirê piştrast kir û diyar kir ku tîmên alîkariyê çûne cihê bûyerê.
Li bara sedema ketina balafirê de tu agahî nehat dayîn û hat gotin ku tenê 2 kes di balafirê de hebûne.
Rudaw
