Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata xwedê jê razî Şêx Nuredîn Mistefa Muftî kir
Malbata rêzdar xwedê jê razî Şêx Nuredîn Mistefa Muftî
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabînî nûçeya koça dawiya kesayetiyê oliyê navdarê devera Helebçeyê Şehîd Şêx Nuredîn Mistefa Muftî gihîşt min û hevbeşê xema we me.
Ji destdana wî kesayetiyê ziyanekî mezine ku ehlê tesewifê bûye û xizmetekî mezin jî bi ola pîroza îslam kiriye. Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li we û kesukar û xelkê deverê dikim, xwedayê mezin wî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihûştê şad bike û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12/02/2013
