• Tuesday, 10 February 2026
logo

Demîrtaş: Emê şanda biçe Îmraliyê diyar bikin

Gulan Media February 12, 2013 Nûçe
Demîrtaş: Emê şanda biçe Îmraliyê diyar bikin
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku şanda duyemîn a ku biçe Îmraliyê wê ji aliyê wan ve bê diyarkirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan berî niha di daxuyaniyekê de derbarê şanda duyemîn a serdana Îmraliyê bike de diyar kiribû kesên ‘terorîst’ hembêz kirine nikarin serdana Îmraliyê bikin. Kesên Erdogan behsa wan dikir jî hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk e.

Hevserokê BDP’ê li hemberî daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyê nerazîbûn nîşan da. Demîrtaş li parlamentoya Tirkiyê bersiva pirsên rojnamevanan da û wiha got: “Şanda duyemîn a biçe Îmraliyê emê diyar bikin û AKP diyar nake.”

Selahedîn Demîrtaş wiha got: “Heta niha serlêdana me nehatiye bersivdayîn. Ji bilî tiştên di çapemeniyê de tên gotin, tiştekî din nîne.”

Li aliyê din rojnameya Akşam a Tirkiyê belav kir ku serdana hevserokên BDP’ê ji aliyê wezareta dadê ya Tirkiyê ve hatiye vetokirin. Herwiha wezaretê daxwaz kiriye ku navên nû bên destnîşan kirin.

Rojnameyê diyar kir ku li gor çavkaniyên ji nêzî BDP û wezareta dadê hatine wergirtin, piştî lîste hat amadekirin, wê hinek parlamenterên BDP’ê ligel wezîrê dadê Sadullah Ergin hevdîtinê bikin. Ger li vir krîzek derneket, şanda duyemîn wê vê hefteyê serdana Îmraliyê bike.

Rojnameya Vatan a Tirkiyê jî di nûçeya xwe ya îro de behsa şanda duyemîn kir. Rojnameyê diyar kir ku di şanda duyemîn de wê hevserokek û parlamenterek cih bigre.

Berî çend roja wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergin di daxuyaniyeke xwe de diyar kir w kuê vê heftiyê derbarê şanda BDP’ê ya serdana Îmraliyê bike de hinek pêşveçûn çêbin. Li ser vê yekê behsa wê yekê tê kirin hevserok Demîrtaş û parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata serdana Îmraliyê bikin. Ata ji rojnameya Vatan re got ku hê di vê derbarê de ti agehdariyek ji wan re nehatiye û wiha got: “Ger ji wezaretê bersivek ji wan re bê, di vê derbarê de wê nirxandinekê bikin.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmed Turk û parlamentera BDP’ê Ayla Akat Ata roja 3’ê Çileya 2013’n serdana Îmraliyê kiribûn û ligel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbûn.

Rudaw
Top