Kuwêtê daxwazeke Malikî ya derbarê Kurdistanê de red dike
Rojname xwe dispêre çavkaniyeke wezareta derve ya Iraqê û wiha dibêje: “Berpirsên Kûwêtê çend daxwazên fermî yên fermangeheke hikûmî ya nêzî Malikî ya ji bo eşkerekirina derbarê nêzîkbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ligel Kûwêtê ya piştî hevdîtina berpirsên Kûwêtê ya ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî red kiriye.”
Li gor rojnameya Kûwêtî, hikûmeta Iraqê ji wê yekê dilgirane û pêwîst bû ‘Hikûmeta Kûwêtê bi rêya Bexdayê peywendî ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê dirûst bike, neku bêyî pirskirina Bexdayê rasterast be. Lê berpirsên Kûwêtê ev daxwaz red kirine û bi baweriya wan, dîtin û ramanên wan kesan a li ser Kûwêtê ye.”
Rojname li ser zimanê berpirsekî Kûwêtî wiha dibêje: “Hikûmeta Kûwêtê dixwaze peywendî ligel tevayî pêkhateyên Iraqê bêyî cûdahî dirûst bike. Hevdem rexne li siyaseta serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî girtiye ku şerê li dijî terorî ligel pêkhateye Sunne û bi taybet li parêzgeha Enbar kiriye.”
Rudaw
