• Tuesday, 10 February 2026
logo

“Xewna Beşar Esed, dewleta Elewî ye”

Gulan Media February 12, 2013 Nûçe
“Xewna Beşar Esed, dewleta Elewî ye”
Wezîrê lihevhatina niştimanî ya Sûriyê Elî Heyder ragihand ku ew amadeye li gel serokê itîlafa niştimanî ya hêzên şoreşê û opozisyona Sûriyê Mu`az Xetîb li derveyî Sûriyê rûne û goftûgo bike.

Heyder di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Gardiyan ku duh 11/2, belavkiribû ragihandiye û gotiye ku: "Ez amademe Xetîb li çi welatekî bixwaze pêre rûnim û em dest bi diyaloga niştimanî bikin û amadekarî bo hilbijartina parlemanî û ya serokayetiyê bikin."

Elî Heyder da zanîn ku, hilbijartina serokayetiya Sûriyê jî heya dawîhatina dewreya Beşar Esed bo sala bê 2014 `e bê kirin.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Sûriyê yê berê Riyad Hecab di kongireyekî rojnamevanî de duh 11/2 ragihand ku, wî ji emîndarê giştiyê komara Erebî xwestiye ku kursiya komkarê radestî opozisyona Sûriyê bike.

Hecab teqez kir ku tu nakokî di nava opozisyonê de tuneye û hemû li ser ruxandina rêjîmê rêkeftî ne. û got: “Tu diyalog bi bê ruxandina rêjîmê nabe.”

Li barê pirsa ku tê gotin Beşar Esed çekên giran berve giraxên Sûriyê ve guhastine ji bo ku dema Şama paytext ket ewê dewleta Elewî rabighîne, Riyad Hecab got: “Avakirina dewleta Elewî û parçekirina Sûriyê xewna Beşar Esed lê pêk nayê.”

Xendan
Top