BDP`ê dê serdana Îmraliyê bike
Wezîrê dadê got : “Ez difikirim ku di hefteya pêşiya me de derbarê pêvajoya Îmraliyê de dê pêşketinek pêk bê.”
Li hemberî vê û ji bo amadekirina heyeta ku biçe serdana Serokê PKK`ê Abdulah Ocalan yê li gerava Îmraliyê bike hevserokê BDP`ê Selahedîn Demirtaş û Gultan Kişanak li gel grûpa xwe ya parlemanê civiyan.
Li gor ajansên Tirkî civin nêzî 5 demjimêran dirêj kir û têde pêvajo hatiye gotûbêj kirin û teqez li ser wê yekê hatiye kirin ku divê ji bo navên heyeta ku herin serdana Îmraliyê pêvajo neyê asteng kirin.
Selahedîn demirtaş di civînê de ragihandiye ku ew li ser navê ku biçin Îmraliyê wê bi wezîrê dadê yê Tirkiyê re di hevsengiyê de bin û lê navê heyeta ku biçe divê ew belî bikin ne partiya AKP`ê .
Ergin di bernameya kanala 24 ya Tirkî de pirsen derbarê pêvajoya îmraliyê de bersivand û Got: “Divê ev Pêvajo bi gengeşeya (dê kê here kî neçe îmraliyê?) neyê astengkirin. Ev gengeşe, li hemberî mezinahiya pirsgirêkê mijarek biçûk e.”
Ergin got: “ Divê hemû kes di vê mijarê de baldar be, heya vê astê me gelek astengî derbaskirin, êdî divê em bi astengên biçûk û psîkolojîk re mijûl nebin.”
Xendan
