Parlamenter Uçer: Kurd Êdî Bindestî Qebul Nakin
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Milliyet, serok Obama dibêje ku Washington piştgîrîya hikûmeta Tirkîyê dike jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd li wî welatî.
Ozdal Uçer, endamê parlemana Tirkîyê, dibêje ku piştevanîya Barack Obama jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd girîng e û bandoreke mezin dê hebe li ser pêvajoyê.
Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Uçer dibêje “eger piştevanîyê dikin, lazime piştevanîya daxwazên gelê Kurd jî bikin.
Parlamenter Uçer, yê ser bi Partîya Aştî û Demokrasîyê, herwiha dibêje ku Kurd êdî bindestî, zulim û înkarê qebul nakin.
