• Tuesday, 10 February 2026
logo

YPG`ê encama şerê Eşrefiyê radighîne

Gulan Media February 11, 2013 Nûçe
YPG`ê encama şerê Eşrefiyê radighîne
Tûgaya Şehîdên Helebê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand navê 5 şervanên xwe yên ku di pevçûnên Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanên wan ên dîl hatine girtin û bi îşkenceyê hatine qetilkirin. YPG’ê peyam da ku ew ê êrîşan bê bersiv nehêlin û diyar kir pevçûn didomin.

Fermandariya Tûgaya Şehîdên Helebê got:''Di roja duyemîn a pevçûnên ku di navbera şervanên me û artêşa rêjîma Sûryê de rûdabûn. Di 9'ê sibatê de dema ku artêşa rêjîma Baas û alîgirên wan bi çekên giran êrîşî Taxê kirin. Di encamên pevçûnên dijwar de 15 leşker û alîgirên wê hatin kuştin, 30 yê din birîndar bûn û 10 şervanên me birîndar bibûn.

Daxuyaniya Tûgaya Şehîdên Helebê da zanîn ku:''Roja yekşemê me karî 7 cenaze ji herêmê derxist û bibre deverekê aram ku em nasnameyên wan nas bikin''.

Fermandariyê diyar kir ku: '' Piştî ku komîteya bijişkan cenaze teşxîs kirin, hate zanîn ku hevalên me yên dîl ketibûn destê artêşa Baas de û rastî îşkenceyê hatine û milên wan hatibû şkandin, cigare di hemû deverên canê wan de hatibû vemirandin. Raporê diyar kir ku 3 hevalên me bi guleyan di serî de hatibû înfazkirin, cenazeyên hevalekî me dest girêdayî û li pey erbeyê kişandibûn herêmên di bin kontrola wan de, 2 cenaze jî nehatine naskirin.”

Tûgaya Şehîdên Helebê navê 5 şervanên xwe aşkere kir: "Selah Reşîd 20 salî, li gundê Koxerê ya navçeya Mabata ya Efrînê jidayik bûye, Elî Mihemed ê 22 salî, li gundê Oxcelê ya Efrînê jidayik bûye. Îbrahîm Pîram 27 saliyê, ji gundê çela ya Efrînê ye. Xelîl Îrahîm Entabî ê 25 salî, ji gundê Erabo ya Efrînê ye. Ebdulrehman Hisên 30 salî,. Ji gundê Hemam yê Şêx Hedîd a Efrînê ye, zewiciye û bavê 3 zarokane."

Her wiha daxuyaniya YPG'ê diyar kir ku pevçûn hîn didomin, lê ji duh êvarê de carcaran pevçûn çêdibin .

Xendan
Top