Opozisiyona Sûrîyê Dîsan Daxwaza Danûstandin ji Rejîma Esed Kir
Piştî guftûgoyên li Qahîreyê li gel sekreterê Komkara Erebî Nebîl Erebî, Muaz Xetîb serokê opozisiyona Sûrîyê ji rojnamevanan re got:´´ pêştir me daxwaza danûstandinê kiribû bo veguhastina desthilatê, lê heta niha hukûmeta Beşar Esed bi rohnî bersiv nedane û rojek jî bi ser muhletê de derbas bûye.
Muaz Xetîb herwiha da xuyakirin, ku ´´heta niha amadekarî bo ti dîdarekê nehatiye kirin û bi şêweyeke fermî peywendî bi ti alîyekê jî nehatiye kirin.´´
Sebaret bi ewê çendê ku di demekê de ku dema bersivdana destpêşxerîya pêştir bi ser de çûye, ew çima dîsan daxwaza danûstandinê li gel rejîma Sûrîyê dikin, Xetîb tekz kir, ku niha ew li benda bersivdayîna hukûmetê ne û dê piştre şirove li ser rewşê bikin. Xetîb da xuyakirin, ku daxwaza dubare ya wan ji bo guftûgokirinê, bi wateya lawazîya wan nîne, belku bo nehêlana azar û êşên gelên Sûrîyê ye.
Serokê Opozisiyona Sûrîyê herwiha got, ku ew destpêşxerî nebûye egerê dabeşbûna opozisiyonê û ew ragihandina nerîna alîyan di nava opozisiyonê bi şêweyeke demokrasîyê dizanin.
