• Tuesday, 10 February 2026
logo

‘Îranê nehişt Malikî êrişî Kurdistanê bike’

Gulan Media February 11, 2013 Nûçe
‘Îranê nehişt Malikî êrişî Kurdistanê bike’
Şêwirmendê polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) diyar kir ku Îranê nehişt Malikî êrişî Herêma Kurdistanê bike.

Şêwirmendê polîtburoya YNK’ê yê bo karûbarên Îranê Baram Mecîd Xan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand ku serdana cîgirê sekreterê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî û Berhem Salih a bo Îranê ji ber du armanca bû û wiha got: “Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê aram bibe. Bi taybet jî li navçeya Kesk ku rê nayê dayîn rewşa siyasî li wê navçeyê xira bibe.”

Li gor gotina Mecîd Xan, armanca duyemîn a Îranê li ser asta Iraqê ye û wiha dibêje: “Îran dixwaze lînkekî peywendiyê di navbera Dewleta Yasa (Rûdaw: Fraksyona serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî) û Herêma Kurdistanê de bihêle. Ev jî beramberî wan xizmetaneye ku Îranê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye ku nehişt Malikî êrişî Herêma Kurdistanê bike û garantî da Malikî êrişî Kurdistanê neke.”

Rudaw
Top