• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Rewta Sedir kir

Gulan Media February 11, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Rewta Sedir kir
Îro dûşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya şandekî Rewta Sedir kir ku ji birêz Seyîd Mistefa Elî Ye'qubî û Seyîd Ehmed Mistefa El Sedir pêkhatibû.

Li hevdîtinê de komek mijar hatin guftûgo kirin, wekî pêvajoya Parlemen û ew yasayên ku ji bo guftûgoyê li Parlemen xistine rû.

Li mijareke din de behsa rewşa siyasiya Iraqê bi awayekî giştî kirin û şîroveya wan xwepêşandanên cemawerî kirin ku ev demeke li çend navçeyekî cûr bi cûrê Iraqê li xwe girtiye, her wiha tekez li ser pêwendiyên navbera her du aliyan û girîngiya berdewamiya wan pêwendiyan kirin.
Top