• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Patrikê Kinîseya Keldanî Kir

Gulan Media February 10, 2013 Nûçe
Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Patrikê Kinîseya Keldanî Kir
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Patrîkê Kinîseya keldanî ya Îraq û Cîhanê kir bi minasebeta hilbijartina vî ji aliyê Vatîkanê ve bo vê posta han.

Ev tekesta peyamê Serok Barzaniye;

Bo Birêz Patrîkê Kinîseya Keldanî Ya Îraq û Cîhanê Metran Louis Saku

Silavek gerim

Bi minasebeta hilbijartina weyên birêz ji aliyê Vatîkanê weke Patrîkê Kinîseya Keldanî ya Îraq û Cîhanê pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî weyên birêz dikim, baweriya me ewe ku, hun vê berpirisyariya han bi serkeftî cîhbicîh dikin û herwiha baweriya me bi rola we bo bihêztir kirina rihê mirovdostî û bihevre jiyanê û gehandina peyama pîroz ya yektaperestî heye.

Hêvî dikim serkeftî û cêha destê we di zal kirina aştî û tebayî diyar be.

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

10.2.2013
Top