• Tuesday, 10 February 2026
logo

DBK: Pevçûnên Li Eşrefiyê Li Dijî Hebûna Kurdane

Gulan Media February 10, 2013 Nûçe
DBK: Pevçûnên Li Eşrefiyê Li Dijî Hebûna Kurdane
Desteya Bilind ya Kurd da zanîn ku tiştên li Eşrefiyê rû didin, di çarçoveya hewldanên tunekirina hebûna kurdan de ne.

Desteya Bilind ya Kurd di derbarê pevçûnên li Eşrefiyê de daxuyaniyeke niviskî weşand. Di daxuyaniya xwe de Desteya Bilind a Kurd da zanîn ku, ji beriya çend rojan Taxa Eşrefiyê rastî êrîşên hêzên rejîma Bass hat, rejîma Bass ya bi êrîşên xwe hewil da bikeve Taxê, YPG'e jî neçar ma bersiva wan bide û di encama êrîşên hêzên rejîmê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest û gelek birîndar bûn, her wiha ji ber wêraniya malên welatiyan gelek welatî neçarman ku koçber bibin.

Her wiha daxuyaniyê dewamkir '' Em wek Desteya Bilind ya Kurd bûyerên li Eşrefiyê diqewimin wek êrîşên ku li dijî hebûna kurdin, em tekez dikin ku êrîşên bi vî rengî gelê me ji bo parastina xwe ya rewa gava paşve navêje û wê di avakirina Sûriyeya demokratîk û hevbeş dewam bike. Bê gûman wê hewldanên êrîşkaran hemû hêzên kurdî li derdora Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku berxwedana li dijî êrîşên rejîma Bass nîşanda bike yek.
Top