• Tuesday, 10 February 2026
logo

Malikî Gefan Li Aliyên Din Yên Îraqê Dixwe

Gulan Media February 10, 2013 Nûçe
Malikî Gefan Li Aliyên Din Yên Îraqê Dixwe
Evro Serokwezîrê Hikûmeta Îraqê Nûrî Malikî ragihand ku, Hikûmeta Îraqê bi ti awayî derfetê nade ti kesekî ku, hêzên çekdar ji derveya hêzên Hikûmetê dabimezrîne.

Malikî herwiha daxwaz ji xelkê Îraqê kir daku, hevkariya hêzên ewlekarî bikin bo girtina Wasêq Betat Serokê Hêzbullaha Îraqê ku, hewl dide daku, hêzeke çekdar dabimezrîne.

Malikî ev yek jî anî ziman ku, bi tundî bersifa her kes û aliyekî didin yêku, dixwazin xwepîşandanên heyî weguhezin bo rêbazên din.

Serokwezîrê Îraqê di beşeke din ya axaftinên xwe de eşkere kir ku, hêzên ewlekarî yên Îraqê di demên pêwîst de gelek bi başî dizanin erkên xwe cîhbicîh bikin û li hember her bûyer û her rûdawekî de amadene helwestên xwe raber bikin.
Top