• Tuesday, 10 February 2026
logo

Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya

Gulan Media February 10, 2013 Nûçe
Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya
Evro civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê civiya.

Di civîna evroyê de giftûgo li ser çendîn proje qanûn û serrast kirina çendîn projeyên din hate kirin û piştî pêşkêş kirina çendîn nêrîn û têbîniyan ji aliyê Wezîran ve ev projeyên han hatin pejrandin.

Piştî giftûgo kirin di derbarê proje qanûna zindî kirina bîranîna karesat û Raperîna 24ê Nîsana Bajarokê Qeladizê civata Wezîran biryar da daku, roja 24ê Nîsanê bibe roja Şehîdên Zanîngehê.

Zanîngeha Qeladizê di sala 1974an de rastî êrîşa Balefirên Rejîma Sedam hat û di encam de çendîn Xwendekarên Zanîngehê Şehîd bûn lewre evro Hikûmeta Kurdistanê biryar da daku, ev roja han li Zanîngehên Kurdistanê de were bibîranîn.
Top