• Tuesday, 10 February 2026
logo

Exxon Mobil deriyê Kurdistanê li ber şîrketên din vedike

Gulan Media February 10, 2013 Nûçe
Exxon Mobil deriyê Kurdistanê li ber şîrketên din vedike
Bi dîtina pisporekî brîtanî, eger Exxon Mobil Herêma Kurdistanê hilbijêre, wê derî ji şîrketên din re jî veke ku guh nedin gefên hikûmeta navendî û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje ew niha bi du şîrketên nû re

ji bo îmzekirina peymanan di gotûbêjan de ne.

Li gor raporeke Reutersê berpirsên şîrketa Exxon Mobile ya amerîkî bi mebesta biryardana li ser çarenivîsa şîrketa xwe li Îraqê civiyane û difikirin ka gelo çalakiyên xwe li Başûrê Îraqê bihêlin, an wir biterikînin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Malikî derfet pêşkêşî Tellerson kiriye

Reuters eşkere kiriye ku heftiya borî gava Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî bi Rêveberê Giştî yê Şîrketa Exxon Mobil Rick Tellerson re civiyaye, hinek însiyatîfên mezin pêşkêşî Tellerson kirine da ku Exxon Mobil razî bike li Başûrê Îraqê bimîne û girêbendên xwe bi Herêma Kurdistanê re hilweşîne.

Tê çaverêkirin di çend rojên bê de Exxon Mobil biryara dawî di vî alî de bide. Kevne dîplomatekî amerîkî jî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, derbarê egera vekişîna Exxon Mobil ji Herêma Kurdistanê, dibêje: “Ji destdana wê prestîjê pirr mezin dibe û hebûna Exxon Mobil li vir (li Kurdistanê) qada siyasî wekhev vedike.”

Ji bo siyaset û petrolê Kurdistanê baweriyeke mezin çêdike

Şêwirmendê sektora enerjiyê li şîrketa şêwirmendiyê ya brîtanî KBCAT Samuel Seizack daxuyand, hilbijartina Herêma Kurdistanê ji aliyê Exxon Mobile dikare bibe sedem ku gellek şîrketên din jî bên herêmê. Seizack ji Rûdawê re got: “Hilbijartina Kurdistanê ji aliyê Exxon Mobil ve dike ku şîrketên din jî bên Kurdistanê û pişta xwe bidin herêmên din ên Îraqê, ev jî dikare bandoreke mezin li ser pîşesaziya petrolê ya Herêma Kurdistanê bike û bibe baweriyeke mezin jî ji bo siyaseta petrolê ya Kurdistanê.”

Bi du şîrketên biyanî re di gotûbêjan dikin

Li gor nûçeyeke Reutersê, heftiya borî Rick Tellerson di civîna xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê re li Swêsra, dilgiraniya xwe derbarê ewlekariya wê deverê ragihandiye, lê dû re Herêma Kurdistanê ragihand ku rêveberê Exxon Mobil ji bo berdewamkirina karên xwe li Kurdistanê amadebûna xwe teqez kiriye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê biryara Exxon Mobil ragihand, ew heta niha nizanin kengî berpirsên wê şîrketê biryara xwe didin, lê got Herêma Kurdistanê niha bi du şîrketên din re di gotûbêjê de ye, bêyî ku navê wan kifş bike: “Her weke ku wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Londonê eşkere kir, niha bi du şîrketên biyanî re di gotûbêjan de ne da ku bên Kurdistanê.”

Lê lêkolerê sektora enerjiyê li peymangeha siyasî ya Parîsê li Frensa Lewis Martinez derbarê wê kêşeyê ragihand ku Exxon dixwaze li herdu aliyan bimîne: “Exxon naxwaze ji ti herêmekê derkeve û ev jî mebesta wê ya sereke ye. Çaverê jî dikim hemû hewldanên xwe bikar bîne da li seranserê Iraqê bimîne.”

Di heman demê de Bexda jî piştrastbûna xwe ji mabûna Exxon li başûr ragihandiye. Di vî alî de berpirsekî bilind ê wezareta petrolê ya Iraqê ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, ji Reutersê re gotiye: “Em geşbîn in ku ew şîr ne amade ye dev ji zeviya petrolê ya Qurne ya rojava bibe û bi baweriya me Exxon wê karên xwe li Kurdistanê rawestîne.”

Exxon Mobil şeş girêbend bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kirine û roja îna borî jî şandeke hikûmeta herêmê û Exxon serdana Qerehencîr kirin ji bo karkirina li zeviyeke petrolê ya wê deverê. Bi hikûmeta Iraqê re jî girêbenda Exxon Mobil a deranîna petrola rojavayê Qurne heye, ku weke mezintirîn zeviya petrolê li Iraqê tê hejmartin.

Rudaw
Top